Ewê li Kerkûkê bimîne heta wê dema ku Kurd bi yekcarî biryarê li ser pêşeroja xwe bide

Hewlêr-KDP.info- Fermandeyê giştî yê Hêzên Pêşmerge li bajarê Kerkûkê dibêje ku ew piştgiriyê li her gavekê dikin ku ber bi konfidralîbûna Herêma Kurdiatnê ve biçe û dibêje ku ewê li Kerkûkê bimîne heta wê dema ku Kurd biryarê bi yekcarî li ser pêşeroja xwe bide.
Mihemedê Hacî Mehmûd, Fermandeyê giştî yê Hêzên Pêşmerge li bajarê Kerkûkê, ji KDP.info re ragihand: “Niha derfetekî baş û qonaxekî nû hatiye pêşiya Kurdan, ew tişta ku ew li Kerkûkê û navçeyên din li hêviya wê bûn pedabû, hemû xebata me ji bo wê yekê bû, ku hemû xaka Kurdiatnê vegerînin ser Kurdistanê.”
Derbarê pêşeroja Iraqê piştî bûyerên Mûsilê, Mihemedê Hacî Mehmûd, dibêje: “Eva niha li Iraqê çêbûye rastiyeke û Sûne û Şie jî nikarin bi vî awayî bijîn, lewra niha herêna Sûneyan xwe ji hikûmeta Iraqê veqetandine, di heman demê de sînorekî nû ji bo Kurdistanê çêbûye, ku vê yekê jî hiştiyê sînoreke rasteras navbera Kurdistanê û Bexdayê de nemîne, ji ber ku ji aliyekî mûçeyên me dibirin û ji aliyekî din aloziyan li pêşiya firotina petroa Kurdistanê derdixin.”
Fermandeyê giştî yê Hêzên Pêşmerge li bajarê Kerkûkê got jî: “Em piştivaniyê li her gavekê dikin ku Kurdistan ber bi konfidralîbûnê ve biçe, ewê li Kerkûkê bimîne heta wê dema ku Kurd biryarê bi yekcarî li ser pêşeroja xwe bide.”




