26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Michael Hayden: Van nêzîkan Iraq perçe dibe

Çavkanî: KDP.info

Ajans-KDP.info-Serokê berê yê Ajansa Hewalgiriya Amarîka Sî Ay Ey, eşkere kir ku van nêzîkan Iraq perçe dibe.

 

Michael Hayden, Serokê berê yê Ajansa Hewalgiriya Amarîka Sî Ay Ey ragihand ku dema perçebûna Iraqê hatiye û bêguman di pêşerojeke nêzîk de Iraq dê parçe bibe.Haydin di daxuyaniyekê de ji kenala Fakis Niyus ya Amarîkî re ragihand ku Iraq dê ji bo sê dewletên Şie, Sûne û Kurdî parçe bibe, ew yek jî dê li gor heman nexşeya ku Co Baydin ji bo Iraqê pêşkêş kiribû.

 

Serokê Berê yê Ajansa Hewalgiriya Amarîka herwiha got: Piştî êrîşên DAIŞê tiştek bi nave dewleta Iraqê nema û eger heta niha perçebûna iraqê wek dîfaktoyekê bû, ji niha û pêve welat dê bi fermî perçe bibe.

 

Nûçeyên têkildar