26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Gul: Ez ê careke din nebim namzed

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info-Serokomarê Tirkiyê û yek ji endamên damezirêner ên Partiya Dad û Geşedanê (AKP) Abdullah Gul, ragihand, ew di hilbijartinên vê carê yên serokomariyê de nabe namzed.

Serokomar Abdullah Gul got: “Ez ê careke din nebim namzed, di rastiyê de min û Tayyîp Beg me beriya hilbijartinên herêmî yên 30ê adarê di nava xwe de xeberdabû û min ji wî re jî gotibû ez ê nebim namzed.”

Heyama serokomariya Gul dê roja 28ê Tebaxê bidawî bibe û tê gotin Gul dê li şûna Erdogan bibe serokwezîr yan jî serokê giştî yê AKPê.

Nûçeyên têkildar