Hewlêr bo Bexda: Careke din astengan li ber firotina petrola Kurdistanê dernexin

Hewlêr-KDP.info-Wezareta Çavkaniyên Xwezayî ya Herêma Kurdistanê hişyarî da hikûmeta Bexdayê û Wezareta Petrolê ya Iraqê daku careke din astengan li ber firotina petrola Kurdistanê dernexin.
Di nameyekê de ku li ser mapera fermî ya Wezareta Çavkaniyên Xwezayî ya Herêma Kurdistanê hatiye belav kirin, Wezîrê Çavkaniyên Xwezayî yê Herêma Kurdistanê Aştî Hewramî daxwaz ji Wezareta Petrolê ya Iraqê kir ku dest ji derxistina astengên li pêşiya firotin û hinardekirina petrola Kurdistanê berde.
Di vê derbarê de Hewramî nameyek ji Wezareta Petrolê ya Iraqê re şand û di nameya xwe de dibêje: “Herêma Kurdistanê hewl dide bi hemû mekanîzmayên yasayî yên li ber dest bersiva wan hewldanan bide ku bûne sedema zerar bigihe aboriya Herhema Kurdistanê, careke din astengan li ber firotina petrola Kurdistanê dernexin.”
Hewramî wiha nivîsiye: “Ev pêngavên ku ji aliyê we ve hatin avêtin bi mebestên siyasî, dijminane û neyasayî bûn bêyî hîç bingehekî destûrî û herwiha berevajiya berjewendiyên giştî yên Iraqê ne, herwiha berevajiya destûra Iraqê, yasayên Iraqî, yasayan Herêma Kurdistanê û yasayên navdewletî ne jî.”
Berî niha hikûmeta Malikî gef li Herêma Kurdistanê û kiryarên petrola Kurdistanê dixwarin ku qaşo dê dozê derheqa wan de veke û doz jî vekir, lê Dadgeha Bilinda Federalî ya Iraqê ragehand ku mafê Herêma Kurdistanê ye petrola xwe bifroşe û doza hikûmeta İraqê jî pûç kir.




