26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Turkimanên Kerkûkê piştgiriyê li peyama Serok Barzanî û hêzên Pêşmerge dikin

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info-Turkimanên bajarê Kerkûkê piştgîriyê li peyama Serok Barzanî dikin û her yek ji Serokê Partiya Gelê Tirkiman û Seroka lista Pêşkeftin ya Turkiman dibêjin: Em wek Turkimanên Kerkûkê bi temamî piştgiriya madeya 140 dikin û em ligel wê yekê ne ku hêzên Pêşmerge biçin navçeyên Kurdistanî yên li dervey îradeya Hermê ne û piştiriya wam bê kirin, ji ber ku ev daxwaza xelkên wan deverane.

 

Serokê Partiya Gel ya Turkimanî li Kerkûkê, Îrfan Kerkûkî ji KDP.info re got: “Hatina hêzên Pêşmerge bo nav bajarê Kerkûkê ji bona bergiriyîkirina xelkê Kerkûkê û navçeyên din ên Kurdistanî ye, em wek Turkiman dilxweşin bi hatina hêzên Pêşmerge ji ber du sedeman, ya yekê ji ber ku ew zaminê emin û asayişê ne û ya din jî, ji ber ku ser û malên me ji êrîşên terorîstan diparêzin.”

 

Îrfan Kerkûkî got jî: “Li gor destûrê, Kerkûk xaka Kurdistanî ye û bi xwe Kurdistanî ye, lewra niha hêzên Pêşmerge li ser xaka xwe ne û hêviyeke mezin dane xelkên navçeyê û karîne wan navçeyan bigerînin ser xaka Kurdistanê.”

 

Derbarê peyama Serok Barzanî ku behs kiriye ku madeya 140 cîbicîhbûye û pêwîst nake kes behsa wê bike, Îrfan Kerkûkî got: “Em piştgîriyê li wê peyama Serok barzanî dikin, ji ber ku hikûmeta Bexdayê ev 10 salan xwe ji cşbicşhkirina madeya 140 didize ku piraniya xelkê Iraqê dengê xwe dane wê madeyê.”

 

Ji aliyê xwe ve jî Muna Qehweçî, Seroka lîsta Pêşketina Turkiman di Parlamentoya Kurdiatnê de, ji KDP.info re ragihand: “Em wek Turkiman, çûna hêzên Pêşmerge bo nav Kerkûkê bi girîng dibînin, ji ber ku ew hêz parastina bi bê cudahî parastina welatiyên wan navçeyan dikn û ji piraniya xekên wan navçeyên Kurdistanî peywendî ji me re kirine û daxwaz hêzên pêşmere kirine.”

 

Qehweçî got jî: “Ev 10 sale em dawaz dikin madeya 140 bê cîhbicîhkirin, lê nayê cîhbicîhanîn, lê niha ew madeye hatiye cîhbicîh kirin û xelkê wan navçeyan daxwaz dikin hêzên Pêşmerge li wan navçeyan bi cîh bibin.”

 

Got jî hinek kes û alî bi navê Turkimanan diaxivin û nerazîbûna xwe derbarê çûna hêzên Pêşmerge didin xuyanîkirin, ew ne nûnerê Turkimana ne ji ber ku “em wek Turkiman ligel wê yekê ne ku hêzên Pêşmerge biçin wan navçeyan û em piştgîriya wan jî dikin.”

 

Qehwecî mînakek bow ê yekê anî ku li Herêma Kurdistanê de, “Turkiman gelekî bi aramî dijîn û ti cudahiyê nabînin, lewra Turkimanên li navçeyên Kurdistanî yên li dervey îdareya Herêmê dixwa hêzên Pêşmerge dikin.”

Nûçeyên têkildar