DAIŞê 15 xwendekarên kurd ên Rojava serbest berdan
__2014_06_29_h18m12s4__BA.jpg)
Rojavayê Kurdistanê- DAIŞê 15 xwendekarên kurd yên ji herêma Kobanî ya Rojavayê Kurdistanê serbest berdan.
Li gor agahiyan, Rêxistina Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê (DAIŞ), 15 xwendekarên pola 9an yên ji herêma Kobanî ya Rojavayê Kurdistanê, ku di 29 meha Gulana borî de li ser riya Helebê ji aliyê çekdarên wê rêxistinê ve hatibûn revandin, serbest berdan.
Li herêma Kobanî, ku tevahiya hejmara xwendekarên girtî li cem DAIŞê li bajarê Munbicê, 143 xwendekar bûn, piştî berdana 15 an ji wan, ana 128 xwendekar hîn girtî li cem DAIŞê mane, û hejmara tevahiya girtiyên ji herêma Kobanî li cem DAIŞê, di navbera 350 ta 400 kesî de ye.




