Karnavala Serxwebûna Kurdistanê birêve diçe

Hewlêr-KDP.info- Hejmarek nivîskar û rewşenbîrên Kurd bi daxwiyaniyekê komîteyek bo Karnavala Serxwebûna Kurdistanê ragehandin û daxwaz ji hemû çîn û tebeqeyên Kurdistanê kirin ku piştîvaniyê bikin.
Di daxwiyaniya Komîteya Amadekar a Karnavala Serxwebûna Kurdistanê de ku kopiyek ji BasNewsê re hatiye şandin, wiha tê gotin: ‘’Komîteyek ji her pênc parêzgehên Başûrê Kurdistanê amadekariya karnavala milyon kesî dikin bo piştîvaniya serxwebûna Kurdistanê, ev komîteya han bi piştîvaniya hemû çîn û tebeqeyên gelê me vê pêngava han diavêje, erkê we yê niştimanperweran jî ew e ku piştgiriyê lê bikin û di dema maqûl de li tevahiya Kurdistanê birijin ser cadeyan û dengê serxwebûnê bilind bikin.’‘
Daxwiyaniya Komîteya Amadekar a Karnavala Serxwebûna Kurdistanê wiha bi dawî dibe: ‘’Yekdengiya navxweyî dibe sedema bihêzkirina dengê serxwebûnxwazî ya Kurdan û welatê nû yê Kurdistanê di nexşeya nû de.’‘
Nivîskar û û rojnamevan Meşxel Kewlosî, ku hevdem endamê komîteya Amadekar a Karnavala Serxwebûna Kurdistanê ye, ji KDP.info re ragihand: “Niha em di rewşa amadekariyê de ne ji bo berfirehtirkirina wê komîteyê û armanca me ewe ku endamên me ji hemû çînan hebin.”
Kewlos got jî: “Pêwîstiya komîteya me bi piştevaniya hemûyan heye û niha em di destpêka karê xwe de ne, lê karên me zêdetir û baştir dibin û di bangekê de emê daxwaz ji hemû çînan dikin ku dakevin ser cadan.”
Di wê bangê de, Komîteya Amadekar a Karnavala Serxwebûna Kurdistanê, jibilî ku daxwaza piştevaniya hemûyan di dema guncayî de dike, herwiha di wê baweriyê de ye ku yekdengiya navxweyî dibe sedema bihêzkirina dengê serbixwe xwazên Kurd û welatê Kurdistanê li ser nexşeya nû.
Hêjayê gotinê ye berî niha jî qala serxwebûna Kurdistanê dihat kirin, lê piştî kontrolkirina bajarê Mûsil û Tikrîtê ji aliyê çekdarên DAİŞ’ê ve, herwiha têkçûna rewşa ewlekariyê li İraqê meseleya serxwebûnê bûye mijara serekî ya ragehandina navxwe û cîhanê jî, rojane çendîn babet li ser tên belav kirin.




