Bi biryara Ocelan PKKê 134 zarok azad kirin

Enqere-KDP.info-Piştî amadekirina piroje yasayekê ji bo pêvajoya çareserkirina pirsa Kurd ji aliyê hikûmeta Tirkiyê ve, vê carê Ocelan û PKKê ji aliyê xwe v gavekî girîng avêtin û 134 zarokên ku di destên wan debûn, azad kirin.
Hikûmeta Tirkiyê hefteya borî ji bo çareserkirina pirsa Kurd û ber bi pêşbirina pêvajoya aşîtiyê li Tirkiyê, piroje yasayek amadekiriye û şandiye Parlamentoyê, wek bersivekê li ser wê gava hikûmetêm Ebdulla Ocelan û PKKê gavek girîng avêtin û 134 zarokên ku di destên wan debûn azad kirin.
Li gor nûçeyeke malpera Son Heber, Ocelan di hevdîtinekê de ligel şandeke HDPê gotiye: Ew gava hikûmetê, gaveke gelekî girîng û dîrokîye û pêwîse brsiya wê hebe.
Ocelan wek bersivekê li ser wê gavê, ji PKKê xwestiye ku ji zarokê di bin 18 salan de li ser çiyê hebin wan azad bikin, lwra PKKê 134 zarok azad kirin.




