26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Almanya.. Kurdên Rojava bi xwepêşandanekê şehîdên Amûdê bi bîr anîn

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info-Di salvegera komkujiya bajarê Amûdê de, li Almanyayê Kurdên Rojava xwepêşandanek nerazîbûn encam dan û ew 6 şehîd bi bîr anîn herwiha ew komkujî şermezar kirin.

Di 27ê hezîrana sala 2013an de, dema ku çalakiya ji bo berdana çend çalakvanên Amûdê yên ji aliyê asayişê ve hatibû girtin, berdewam dibû, çend kes ji aliyê şervanên YPGê ve hatin kuştin û bi giştê di wê rojê û rojên pişt re de, 6 kesên sivîl jiyana xwe ji dest dan.

Li gor beşdarbûyan ku ji KDP.info re ragihandin, doh şemiyê 28/6/2014, li bajarê Dotmondê yê Almanyayê Xwepêşandanek nerazîbûn bi boneya yekemîn salvegera komkujiya bajarê Amûdê hat saz kirin û bi sedan ji Kurdên Rojavayê Kurdistanê tê de beşdar bûn û ew bûyer şermezar kirin.

Di xwepêşandana nerazîbûnê de hin partiyên siyasî û hevrêzên ciwanan û kesayetiyên serbixwe têde amade bûn û di riya silogan û pankartan daxwaz kirin ku PYDê dest ji kiryarên xerab li dijî Rojnamevan û çalakvanan û welatiyên sivîl  berde.

Tevî ku salek di ser bûyeran re derbas dibe, lê heta niha ti lêkolîneke cidî nehatiye kirin. Human Rights Watch jî di raporta xwe ya vê dawiyê de daxwaz kirinbû ku komîteyeke serbixwe lêkolînê di bûyerên Amûdê de bike.

Hoşmîn Iniz

Nûçeyên têkildar