Berdevkê AKPê: Kes nikare şerê ragehandina dewleta Kurdî bike

Ajans-KDP.info- Berdevkê Partiya Dad û Geşepêdanê (AKP), Huseyin Çelik got ku berî niha ragehandina ky Kes nikare şerê ragehandina dewleta Kurdî bike, Ji aliyê xwe ve, Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Altan Tan diyar kir ku eger Kurdên Başûrê Kurdistanê dewleteke serbixwe rabigihînin Tirkiye dê piştgirî bide vê dewletê û dê dewletbûna Kurdan qebûl bike.
Huseyin Çelik, Berdevkê Partiya Dad û Geşepêdanê (AKP) ragihand ku berê dewleta Kurdî “dibû sedema şer” lê niha tu kes nikare vê yekê bike eger hat û dewleta serbixwe ya Kurdan hat ragehandin.
Di vê barê de, Berdevkê AKP’ê Huseyin Çelik ji rojnameya Financial Times a Brîtanî re got: “Berê, hizra ragehandina dewleta Kurdî ya serbixwe sedemek bo şer bû (ji aliyê Tirkiyê ve), lê niha evna ne mafê tu kesî ye. Heta peyva Kurdistan alozî li cem welatiyan çêdike, lê rastî navê wê Kurdistan e.”
Çelik derbarê paşeroja Iraqê de jî wiha axifî: “Eger Iraq parçe bû, ev yek jî misoger e, ew jî biraderê me ne. Mixabin rewşa Iraqê nebaş e û diyare ew ber bi parçebûnê ve diçe.”
Piştî ku çekdarên radîkal ên rêxitsina DAÎŞ’ê roja 09-10.06.2014 dest danîn ser bajarê Mûsilê û bajarê Tikrîtê û niha nêzîk Bexdayê bûne, Hêzên Artêşa Iraqê ji pêgehên xwe yên navçeyên Kurdistanî yên derveyî îdareya herêmê reviyan û Hêzên Pêşmerge ew valahiya ewlekariyê tije kirin bo parastina navçe û welatiyan.
Ji wê demê ve pirsa ragehandina dewleta Kurdî ya serbixwe yan jî îlankirina konfederalîzma Kurdistanê bûye mijarek germ û di her nûçeyeke derbarê rewş û paşeroja Iraqê de tê behs kirin.
Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Altan Tan diyar kir ku eger Kurdên Başûrê Kurdistanê dewleteke serbixwe rabigihînin Tirkiye dê piştgirî bide vê dewletê û dê dewletbûna Kurdan qebûl bike.
Parlamenterê HDPê yê Amedê Altan Tan ji Rûdawê ragihand ku “Tirkiye çavên xwe berdaye petrola Kurdan û ji bo ji vê petrolê sûdê werbigre dê her tiştî qebûl bike”.
Altan Tan bi bîr xist ku Kurd bi hezaran sal in dixwazin bi Faris, Tirk û Ereban re bi awayekî biratî bijîn, lê ew gel Kurdan qebûl nakin û daxwaza Kurdan a sereke federasyon an jî konfederasyoneke dadperwer û wekhev e.
Parlamenterê Kurd Altan Tan herwiha got ku “eger ew jî neyê qebûlkirin wê çaxê li pêşiya Kurdan ji xeynî ragihandina Kurdistana serbixwe ti rê namîne û Tirkiye jî dê ji bo petrola Kurdan dewleta Kurdan qebûl bike”.




