25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Mesrûr Barzanî: Hêzên Pêşmerge dê li ser berevanîkirina navçeyê de berdewam bin

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Şewirmendê Civata Ewlekariya Netewî ya Kurdistanê, Mesrûr barzanî derbarê rewşa ewlekariyê li Iraqê ragihand ku hêzên Pêşmerge ji bona parastina xelk û welatiyan û dagirtina wê valahiya emnî li navçeyên Kurdistanî bi cîh bûne û dê li ser berevanîkirina navçeyê de berdewam bin.

 

Weke beşek ji şewir kirin bi Serkirdeyên siyasî yên Kurd re bo giftûgo kirin li ser rewşa Iraqê îro şemiyê 28/6/2014 Şewirmendê Civata Ewlekariya Netewî, Mesrûr Barzanî pêşwaziya Konsolosê Berîtanyayê yê li Bexdayê Saimon Collis kir.

 

Di destpêka hevdîtinê de Konsolosê Berîtanyayê behsa serdana vê dawî da Wiliam Hague bo Iraq û Kurdistanê kir got: “Girîng ewe em fêm bikin ku DAIŞ metirsiye bo Iraq û tevahiya deverê û tekez li ser girîngiya civiyana Parlementoya Iraqê di hefteya pêşiya me de kir bo pêk anîna hikûmeteke tewafoqî li Iraqê.”

 

Di berdewamiya vê hevdîtina han de behsa boşatiya ewlekarî hate kirin ku di encama êrîşên Terorîstên DAIŞê û reviyana artêşa Iraqê ji hin deveran, hatiye holê.

 

Di vê derbarê de Şewirmendê Civata Ewlekariya Netewî ya Kurdistanê Mesrûr Barzanî got: “Hêzên pêşmerge ev deverên han li hember êrîşên çekdarên tundrew diparêzin û hêzên pêşmerge bo parastina xelk û têjîkirina valahiya ewlekarî li wan deveran de hatine bicîhkirin û dê li ser berevanîkirina navçeyê de berdewam bin.”

 

Herwiha Mesrûr Barzanî herwiha got: “Niha rewşeke gelek nû hatiye holê û dibe ligel rastiya rewşa nû li hember prosesa siyasiya Iraqê nizîkatî were kirin û her cure çareseriyek jî dibe li gor wan guhertinên nû be.”

 

Di dawiya hevdîtina han de her du alî tekez li ser çareseriya siyasî bo qirîza heyî ya li Iraqê kirin û gotin ku bi tenê çareseriya leşkerî nikare qirîza heyî çareser bike lewre pêwîstî bi çareseriyeke siyasî jî heye.

 

Giftûgo kirin li ser rewşa Penaberên Sûriya û Iraqê yên li Kurdistanê de jî mijareke din ya vê hevdîtina han bû û Konsolosê Berîtanyayê eşkere kir ku vê hikûmeta Berîtanyayê bi berdewamî hewl bo hevkarî kirina wan Penaberan bide.

Nûçeyên têkildar