26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Dr.Elî Qeredaxî: Bo vegerandina Kerkûk û navçeyên din pêwîste em piştevaniya hêzên Pêşmerge bikin

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Sekreterê giştî yê Yekîtiya Zanayên Misilman Dr.Elî Qeredaxî di daxuyaniyekê de dibêje ku yekrêzî û yekîtiya gelê Kurd erkekî şerhî ye û diyar dike ku derfeteke dîrokî ji bo gerandina navçeyên Kurdistanî yên li dervey îdareya Herêmê hatiye, bi taybetî Kerkûkê ku xwedî cihekî girînge bo Kurd û Herêma Kurdistanê, lewra pêwîste em hemû piştgiriya hêzên pêşmerge bikin û bi hemû awayekî madî û giyanî piştevaniyê li wan bikin.

 

Dr.Elî Qeredaxî daxuyaniyek derbarê rewşa niha ya Başûrê Kurdistan û Iraqê de belav kir û tê de daxwaz ji hemwelatiyên Herêma Kurdistanê kir ku di pirsên niştimanî de helwesteke wan a kurdî û niştimanperwerî hebe.

 

Sekreterê giştî yê Yekîtiya Zanayên Misilman herwiha tekîd li ser yekrêziya gelê Kurd û yekîtiya gotar û helwesta kurdî li dijî dijminên gelê Kurd kir û ji serkirdatiya siyasî ya Kurd xwest ku di asata berjewendiyên bilind ên gelê Kurdistanê de bin û li hember pîlanên derve yek helwest û yekgirtî bin.

 

Qeredaxî kontrolkirina navçeyên Kurdistanî li dervey îdareya Herêma Kurdistanê ji aliyê hêzên pêşmerge de wek “derfeteke dîrokî” dide zanîn ji bo ku ew navçe vegerin ser Herêma Kurdistanê û dibêje: “Derfeteke dîrokî ji bo gerandina navçeyên Kurdistanî yên li dervey îdareya Herêmê hatiye, bi taybetî Kerkûkê ku xwedî cihekî girînge bo Kurd û Herêma Kurdistanê, lewra pêwîste em hemû piştgiriya hêzên pêşmerge bikin û bi hemû awayekî madî û giyanî piştevaniyê li wan bikin.”

 

Derbarê rewşa Iraqê de jî, sekreterê giştî yê Yekîtiya Zanayên Misilman ji aliyên siyasî yên Kurdistanê xwest ku “nehêlin sîtemkarî li dijî ti netewe û pêkhateyeke Iraqê bê kirin, îçar çi Şîa yan jî Sune be. Herwiha got ku pêwîste danûstandin li gel kesên lîbralî ji her du aliyan berdewam bike ji bo aramî û edaletî li Iraqa Nû peyda bibe.”

 

Sekreterê giştî yê Yekîtiya Zanayên Misilman ji desthilatdarên Bexdayê jî xwest ku li mafên rewa yên gelê Kurdistanê mukir derkevin.

Nûçeyên têkildar