26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Serok Barzanî hatina meha Ramazana pîroz li misilmanên Kurdistan û cîhanê pîroz kir

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info-Bi helkefta hatina meha Remezana pîroz, Serok Barzanî hatina vê mehê pîroz li misilmanên Kurdistan û cîhanê pîroz kir.

 

Bismillehir Rahmanir Rahîm (Bi navê xwedayê mezin û dilovan)

(Şehr remezan ala anzel fiye alqran hedîllnas û bînat min alhedî û alfurqan)

/Sadaq allahul azîm/

 

Bi helkefta hatina meha Remezana pîroz, germtirîn pîrozbahiyê li hemû misilmanên cîhanê bi giştî û Kurdistan û Iraqê bi taybetî dikim.

Hêvîdarim hatina meha pir bereket û rehmeta remezanê ji bo gelê Kurdistan û Iraqê û hemû mirovayetî û belavbûna aştî û pêkvejiyanê bibê cihê xêr û xweşiyê.

 

Daxwaz ji hemwelatiyên xweşdivî dikim ku li vê meha pîroz da meha xwedaperestî û xêr û baweriyê be, zêdetir bi piştgiriya koçber û lêqewimiyan ve biçin. Bila meha pîroza Remezanê bikin derfetek ji bo hevkarî û aştî û lêborîniyê ku peyama serekiya ola pîroza îslame.

 

Mesûd Barzanî

Serokê Herêma Kurdistanê

30 Şe'ban 1435 Koçî

28/06/2014

Nûçeyên têkildar