Serok Barzanî: Kurd xwe bi zorê feriz nake û emê referandûmê encam bidin

Hewlêr-KDP.info-Serok Barzanî ragihand ku Kurd xwe bi zorê feriz nake û ew ê bi awayekî gelekî şefaf û bi rêya referandûmê raya daniştvanên navçeyê Kurdistanî yên dervey îdareya Herêmê, wergirin û rêz li wê rayê jî bigrin û diyar kir ku û êdî pêwist nake careke din qala maddeya 140’ê were kirin an jî pirsyar derbarê vê madeyê de were kirin.
Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, li ser rûpela xwe ya Facebookê derbarê maddeya 140 ya Destûra İraqê de daxwiyaniyek belav kir û got: ‘’Emê bi rêya referandûmê raya daniştvanên wan navçeyan werbigirin.’‘
Barzanî wiha dibêje: ‘’Di dema xwe de me maddeya 140’ê pesend kir, lê nayê wê wateyê ku gumana me ji Kurdistanîbûna wan navçeyan heye ku dikevin sînorê vê maddeyê, lê ji ber wê yekê bû ku bi çareseriyeke yasayî, aştiyane û destûrî pirsgirêk yekalî bibe, lê piştî 10 sal çaverêkirin hikûmeta İraqê pêbendê cîbicîhkirina wê maddeyê nebû.’‘
Daxwiyaniya Serok Barzanî wiha berdewam dibe: ‘’Hebûna Hêzên Pêşmerge jî li van navçeyan ne tiştekî nûye, her ji sala 2003’ê ve Pêşmerge bi hevbeşî ligel artêşa Iraqê û li hinek cihan jî bi tenê beşek ji wan cihan diparastin û li hinek navçeyan jî artêşa Iraqê bi tenê parastina wan deveran dikir. Lê piştî bûyerên vê dawiyê ku artêşa Iraqê pêgehên xwe bicîh hiştin û ji van navçeyan derket, Hêzên Pêşmerge ji bo parastina sînorên Kurdistanê, can û malê hevwelatiyan û rêgirtin li hatina terorîstan, erkê parastina wan cihan wergirt.’‘
Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî di dawiya daxwiyaniya xwe de wiha nivîsiye: ‘’Çûna Pêşmerge bo van navçeyan nayê wê wateyê ku Kurd li vê navçeyê xwe bi zorê ferz dikin. Emê bi awayekî gelekî şefaf û bi rêya referandûmê raya daniştvanên navçeyê wergirin û rêz li wê rayê jî digrin, pêbendî dibin û êdî pêwist nake careke din qala maddeya 140’ê were kirin an jî pirsyar derbarê vê madeyê de were kirin.’‘




