26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Cerba ji Kerry xwest ku Amerîka herî zû çekên pêşketî radestî opozîsyonê bike

Çavkanî: KDP.info

Ajans-KDP.info-Wezîrê derve yê Amerîka John Kerry roja înê ligel serokê Hevpeymaniya Niştmaniya Opozîsyona Sûriyê Ehmed el-Cerba li bajarê Ciddayê yê Erebistana Siûdî civiya.

 

Piştî hevdîtinê, Wezîrê Derve yê Amerîka ragihand ku Opozîsyona Sûriyê ya lîberal dikare roleke mezin di şerê li dijî DAÎŞê de ne tenê li Sûriyê lê belê li Îraqê jî bilîze.

 

Kerry herwiha diyar kiriye ku welatî wî niha di qonaxa himbêzkirina pêwendî û hewlan ligel opozîsyona Sûriyê de ye.

 

Her du aliyan mîkanîzmên alîkariya Amerîka ji bo opozisyona Sûriyê guftûgo kirine.

 

Serokê Hevpeymaniyê el-Cerba diyar kiriye ku pêwîstiya wan bi alîkariya bêhtir ji Amerîka heye û ji Kerry xwest ku Amerîka herî zû çekên pêşketî radestî şervanên opozîsyonê bike.

 

Nûçeyên têkildar