Şêx Seîd û hevalên wî hatin bibîranîn

Bakurê Kurdistanê-KDP.info-Rêxistin û Partîyên Kurdistanî li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê ji bo salvegera serhildana Şêx Seîd doh li Amedê daxuyanî dan û ew şehîd û hevalên wî bibîranîn.
Şêx Seîd û hevalên wî 29ê Hezîrana 1925ê hatin darvekirin. Şêx Seîd yek ji tevgerên herî girîng ên Rizgarîxwaz ên Netewî yên Bakurê Kurdistanê birêve bir, pêşengiya wê kir. Şêx Seîd di nav gel de piştgiriyeke mezin stend û di nav tevgera rizgarîxwaz de hejmarek gelek ji xelkê cî girt.
Di daxuyaniyekê de ku wêneyek jê gihişt KDP.info, rêxistin û Partîyên Kurdistanî li Bakurê Kurdistanê ragihandin: “Êdî ew tevger bi navê Şêx Seîd hat bilêv kirin û yadkirin. Gelê Kurd di dîroka xwe de tu caran neketiye bin nîrê neteweke din û êsîrbûn qebûl nekiriye. Sala 1925ê anku berî niha 89 salan ji bo mafên xwe yên netewî xelekek din li ser zîncîreyên berxwedana mafê xwe zêde kiriye û li himber zilma li Kurdistanê têkoşîna serhildana xwe da destpêkirin. Ew tevger di demeke kurt da belav bû û piştgiriyeke mezin ji xelkê Kurdistanê dît li gelek bajar û bajarokên Kurdistanê bi dest xist û hêviyên rizgariya netewî şîn kir.”
Di daxuyaniy; de hatiye: “Mixabin ji ber êrîşên dijwar ên hêzên Dewleta Tirkiye tevger têk çû, bi hezaran Kurd hatin kuştin, qetilkirin. Şêx Seîd û dehan rêberên tevgerê li vê qadê hatin darvekirin. Ew dîrok di heman demê de dîroka destpêka surgunkirina Kurdan e. Her dîsan tevgera Şêx Seîd ji aliyê Kurdan ve bû destpêka çerxa êş û qetkirin û surgunkirinan heta îro jî berdawam e.”
Wan rêxistin û Partîyên Kurdistanî li Bakurê Kurdistanê di daxuyaniya xwe de dibêjin: “Ev pêvajoya nû dibe destpêkek bo ji nû ve nivîsîna dîroka gelê Kurdistanê û bidestxistina mafê yê rewa. Êdî çerxeke nû destpê dike. Bi hêviyeke mezin û bi biryarî em ê hewl û têkoşînê bidin ku ev çerxa nû ji bo gelê Kurd bibe dahatûya azadiyê.”
Herwiha tekez dikin ku “bi van hestan, di şehadeta 89’emîn saliya Şêx Seîd û hevrêyên wî de wan bibîr tinin, bejna xwe li ber wan ditewînin. Em dixwazin îtîbara Şêx Seîd, Seyît Riza û Seîdê Kurdî paşve bê zîvirindan û cihê qebrên wan bên eşkere kirin.”




