Dadgeha Federal a Iraqê: Firotina petrola Kurdistanê yasayî ye

Hewlêr-KDP.info-Dadgeha Bilinda Federal a Iraqê ragehand ku firotina petrola Herêma Kurdistanê yasayî ye û doza Wezareta Petrolê ya Iraqê li ser vê pirsê jî vala derket. Wezareta Çavkaniyên Xwezayî ya Herêma Kurdistanê daxwaz ji hikûmeta Iraqê û şirketa SOMO kir ku rêz li biryara Dadgeha Bilinda Federal a Iraqê bigrin û careke din bi awayekî neyasayî destê xwe nexin nav karûbarê firotina petrola Kurdistanê
Piştî firotina yekem barê petrola Kurdistanê, hikûmeta Iraqê li Dadgeha Bilinda Federal a Iraqê doz li ser Wezîrê Çavkaniyên Xwezayê yê Herêma Kurdistanê doz vekiribû ku qaşo bi awayekî neyasayî petrol firotiye.
Dadgeha Bilinda Federal a Iraqê roja 23.06.2014ê li ser doza Wezareta Petrolê ya Iraqê civiya û bi piraniya dengan doza Wezareta Petrolê ya Iraqê pûç kir û ragehand ku firotina petrola Herêma Kurdistanê bi rêya bendera Cîhan a Tirkiyê yasayî ye.
Li gor daxwiyaniya Wezareta Çavkaniyên Xwezayî ya Herêma Kurdistanê, doza Wezareta Petrolê ya Iraqê li ser firotina petrola Herêma Kurdistanê berevajiya yasayê Iraqê ye, ji ber maddeya 110 ya Destûra Bingehîn a Iraqê maf daye Herêma Kurdistanê ku petrola xwe bifroşe.
Wezareta Çavkaniyên Xwezayî ya Herêma Kurdistanê daxwaz ji hikûmeta Iraqê û şirketa SOMO kir ku rêz li biryara Dadgeha Bilinda Federal a Iraqê bigrin û careke din bi awayekî neyasayî destê xwe nexin nav karûbarê firotina petrola Kurdistanê û siyaseta petrolê ya Kurdistanê û herwiha dest ji wan gefên xwe yên bê bingeh berdin.




