Serok Barzanî serdana sînorên rojhilata Dîcleyê kir

Hewlêr-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê serdana hêzên pêşmerge yên li sînorên Rojhilatê Dîcleyê kir.
Îro 27/6/2014 Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî bi mebesta agehdar bûn ji rewş û pêdiviyên hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê yên li eniya şer û ser sînorên Rojhilatê Dîcleyê de serdana devera Rojhilata Dîcleyê kir.
Di vê serdana meydanî de Serok Barzanî serî li tevahiya tîm û teşkîlatên leşkerî yên hêzên pêşmerge da û ji nêz ve tedbîrên ku bo parastina Kurdistanê hatine stendin kontorl kir.




