26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Nêçîrvan Barzanî: Her çareseriyek ji kirîza Iraqê re divê li gorî rewşa nû be

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info-Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, di hevdîtina digel Wezîrê Derve yê Brîtanya Wîlliam Hague got, her çareseriyek li Iraqê bê danîn divê li ser bingeha rewşa nû be.

 

Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî, îro danê êvarê li Hewlêrê pêşwaziya Wezîrê Derve yê Brîtanya Wîlliam Hague kir.

 

Li gorî malpera fermî  ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, di hevdîtinê de li ser rewşa siyasî û ewlehiyê ya Iraqê her wiha merc û rewşa ku piştî 10ê Hezîranê bi êrişa rêxistina DAIŞê li ser Mûsilê derketiye holê, hat axaftin û li ser şirîkatî û hevbeşiya hemû aliyên siyasî yên Iraqê di proseya siyasî ya welêt de têkez hat kirin.

 

Di daxuyaniyê de hat diyar kirin ku Serokwezîr Barzanî ji Wezîrê Derve yê Brîtanya re gotiye, êdî rewş û mercên Iraqê bi tevahî hatiye guhertin lewma her çareseriyek ji kirîza Iraqê re were dîtin divê li ser bingeha rewşa nû be.

 

Her wiha hat gotin ku her du alî di wê baweriyê de bûn ku arîşeyên Iraqê siyasî ne ji ber wê jî beriya her tiştî divê çareyek siyasî ji kirîzê re were dîtin û şêwazên leşkerî û serbazî bi tena xwe arîşeyan çareser nake.

 

Di beşek din a hevdîtinê de pêwendiyên navbera Hewlêr û Londonê hatiye gotûbêjkirin û Barzanî û Hague li ser bihêzkirina pêwendiyên her du welatan rijdbûna xwe nîşan dane.

Nûçeyên têkildar