26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Wezareta perwerdeyê dê kursên havînê ji bona mamosteyên kampên penaberan vege

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info-Wezareta perwerdeyê a hikûmeta herêma Kurdistanê kurseke yek mehî ji bo perwerdekirin mamosteyên kampên penaberên Rojava li Kurdistanê.

 

Li gor malpera fermî ya hikûmeta Herêma Kurdistanê, Wezareta perwerdeyê a hikûmeta herêma Kurdistanê kurseke yek mehî ji bo perwerdekirin û amadekirina mamosteyên qonaxa destpêkê bo penaberên surî li nav kampên penaberan yên li herêma Kurdistanê dest pê dike û 549 kes ji penaberan weke mamosteyên xwendina destpêkê ji kampên li Hewlêr, Duhok û Silêmaniyê beşdariyê tê dikin.

 

Vekirina kursê rahînan û amadekirina mamosteyan yek ji çalakiyên wezareta perwerdeyê bi hevkarî digel rêxistina UNESCO yê ye û armanc jê zêdetir alîkariya penaberan e di warê perwerde û xwendinê de.

 

Perjîn Ebdulrehman rêvebira dûvçûnê li wezareta perwerdeyê di daxuyaniyekê de got ku, ew kurs bi awayekî giştî ji; metodê dersgotinê, îdarekin û amadekirina dersan, alîkarîkirinên derunê (nefsî), jiyana civakî û binyatdanan hestên aşitîxwazane pêk tê û her polek (sinf) ji 25-30 xwwndekaran pêk tê û ji bo her sinfekê mamosteyek heye,

 

Di nav kampên penaberên surî yên li herêma Kurdistanê, di sala xandina 2013-2014ê bi pirogarama perwerdeya Suriyeyê kar dikir, lê di sala xandinê 2014-2015ê de, li gor biyara wezareta perwerdeya herêma Kurdistanê, dê bi pirograma perwerdeya herêma Kurdistanê kar bikin. Li dor vê yekê Perjîn Ebdula dibêje: ” Ev pêngav ji bona hêsankirina pirosesa taqîkirina û pêdana bawernameyan tê avêtin, lê zimanê perwerdeyê li tev kampan dê bi erebî be û zimanê kurdî ji bo penaberan zehmetiyan derdixe pêş.”

 

Ji bilî çalakiyên di warê pirogramê perwerdeyê de, wezareta perwerdeyê bi hevkarî digel rêxistinên nehikûmî, çalakiyên din jî li nav kampan encam dide, bi taybetî, wezareta perwedeyê çalakiyên taybetî ji bo xwendekarên xwedî pêdawîstiyên taybet ama dike û alîkariya zarokên rastî fişarên derunî hatine dike.

 

Hikûmeta Bexdayê budceya herêma Kurdistanê qut kiriye û meaşên karmendên herêma Kurdistanê jî nade, vê yekê jî tesîreke nêgetîv li ser îmkanên wezareta perwerdeyê kiriye ku, weke pêwîst nikare alîkariya pêdawîstiyên kampan yên di warê xizmtgozariyên zêdetir,  kitêb û avahiyan ji bo penaberên surî dabîn bike.

 

Ji encamê şer û aloziyên Sûriyeyê bi sed hezaran penaberên surî ku, piraniya wan kurd in, hatine harêma Kurdistanê. Her sal hijmara wan penaberan zêde dibe. Li gor raporên rêxistinên Neteweyên Yekgirtî bo karûbarên penaberan heta 31ê gulana îsal, nêzîkî 226 hezar penaberên surî bi fermî li herêma Kurdistanê hatine tomar kirin ku, 95% ji wan penaberan kurd in.

 

Nûçeyên têkildar