26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Nêçîrvan Barzanî ligel Erdogan civiya

Çavkanî: KDP.info

Enqere-KDP.info-Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokwezîrê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan li Enqerê civiyan û rewşa dawî ya Iraq û navçeyê gotûbêj kirin.

 

Hat ragehandin ku di civîna Nêçîrvan Barzanî û Erdogan de hatiye tekezkirin ku ji boIraq ji şerê mezhebî rizgar bibe û yekîtiya ax û siyaseta wê biparêzin di demeke herî kurt de divê hikûmeta lihevkirinê were pêkanîn. Herwiha behsa hevwelatiyên Tirkiyê yên ku li Mûsilê hatibûn girtin û hê li ba DAİŞ’ê ne, hatiye kirin.

 

Li gor agahiyên di hevdîtina navbera Serokwezîr Erdogan û Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî de, herdu alî li ser rewşa Mûsil û Kerkûkê û rewşa dawî ya navçeyê rawestiyane. Di civînê de Barzanî û Erdogan bal kişandin ser bêistiqrarî û pirsgirêka ewlekariyê ya li herêmê dibe sedemê fikaran û hat diyarkirin ku ji bo krîza heyî bê çareserkirin, divê li Iraqê hikûmeteke ku hemû alî tê de beşdar bin were pêkanîn.  

 

Di hevdîtinê de hat destnîşankirin ku ji bo nehêlin Iraq ber bi şerekî mezhebî ve biçe, divê yekîtiya ax û siyasî ya welêt bê parastîn, herwiha hikûmeteke berfireh were pêkanîn. Erdogan di hevdîtinê de destnîşan kir ku Tirkiyê alîkarî da gelê sivîl ên ku di bûyerên li Iraqê de zerar dîtine û di vê çarçoveyê de ji 12’ê Hezîranê û vir ve di serî de herêmên ku piraniya kesên wan Turkmen in, arîkariya mirovahiyê şandin hemû kesên pêwistiya wan pê heye. 

 

Hat zanîn ku di hevdîtina Erdogan û Barzanî de mijara hevkariya derbarê enerjiyê de jî hatiye rojevê, herdu alî bi biryar in ku hevkariya ku berê niha bingehê wê hatibû danîn pêş bixin û berdewam bikin.

 

Şanda Herêma Kurdistanê ji her yek ji cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî, Wezîrê Enerjiyê Aştî Hawramî, berdevkê Hikûmeta Kurdistanê Sefîn Dizeyî û parêzgarê Kerkûkê Necmedîn Kerîm pêk tê.

 

Nêçîrvan Barzanî û şanda ligel, li ser vexwendina serokwezîrê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan şeva borî çû Enqereyê.

 

Nûçeyên têkildar