Aştî Hewramî: Tevî petrola Kerkûkê em ê rojane 1 milyon bermîl bişînin

Hewlêr-KDP.info-Wezîrê Çavkaniyên Xwezayê yê Herêma Kurdistanê, Aştî Hewramê ragihand ku Herêma Kurdistanê biniyaze heta dawiya sala bê rojane 1 milyon bermîl ji petrola xwe bişîne derve, tevî petrola Kerkûkê.
Di vê derbarê de Aştî Hewramî ji ajansa Reutersê re axifî û got: “Kurdistanê plan daniye ji bo zêdekirina rêjeya rojane ya şandina petrolê û dê heta dawiya sala 2015’ê 8 qat zêdetir bibe.”
Aştî Hewramê ragihand ku Herêma Kurdistanê biniyaze heta dawiya sala bê rojane 1 milyon bermîl ji petrola xwe bişîne derve, tevî petrola Kerkûkê.
Hewramî tekez kir ku “dibe di dema mehekê de rêjeya rojane ya şandina petrola Kurdistanê bighê nêzîkî 250 hezar bermîlî û 400 hezar bermîl her roj di dawiya vê sala 2014an de.”
Wezîrê Çavkaniyên Xwezayî yê Kurdistanê, derbarê petrola Kerkûkê de jî wiha axifî: “Em dixwazin di çarçoveya destûrê de ligel Bexdayê hevkar bin û dê Bexda pişka xwe ji dahata petrola Kerkûkê werbigire.”
Hewramî da zanîn ku Herêma Kurdistanê bê rêkeftina ligel Bexdayê petrola Kerkûkê naşîne derve û axaftina xwe wiha qedand: “Pêdiviya me bi rêkeftinekê ligel Bexdayê heye. Em bi tena xwe petrola Kerkûkê naşînin derve.”
Hewramî tekez kir ku ketina Mûsilê rewşa Iraqê guhert û divê her danûstandineke ligel Bexdayê li gor pîvanên nû be, ji ber Iraqa berî ketina Mûsilê çû.
Wezîrê Çavkaniyên Xwezayê yê Herêma Kurdistanê, Aştî Hewramî, bal kişand ser krîza kêmbûne benzînê ku li Herêma Kurdistanê çêbûye û diyar kir ku dê di çarçoveya du mehan de ew pirsgirêk were çareser kirin.




