26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Ciwanên PDKê li Amedê piştgirî dan Pêşmergeyên Kurdistanê

Çavkanî: KDP.info

Bakurê Kurdistanê-KDP.info-Ciwanên Partiya Demokrat a Kurdistanê (Bakur) li Amedê hatin cem hev û piştgiriya xwe ji bo hêzên peşmergeyên Kurdistanê anîn ziman û parkata “Pêşmerge ne bi tenê ye” bilind kirin.

Ciwanên PDK-Bakur di daxuyaniyekê de gotin ku “êrîşên çekdarên DAÎŞê li dijî Kurdistanê lîstikên qirêj û provakatif in”.

Li gor Rûdawê, li ser navê ciwanan Murat Ekinci berî daxuyaniyê axifî û got ku “ewê her tim piştgiriya peşmergeyên Kurdistanê bikin û çekdarên wek DAÎŞê ti carî dê nikaribin bikevin axa Kurdistanê”.

Herwiha li ser navê ciwanên PDKê Metin Pîran daxuyanî xwend û got: “Dijminên Kurdistanê bizanin ku hikûmeta Kurdistanê ne bê xwediye û bersiva herî baş ew e ku helwestên netewayetiyî û xwedîderketina fikrên serxwebûnê ne”.

Di çalakiyê de pankarta “Kerkûkê dilê Kurdistane” û “Pêşmerge ne bi tenê ye” hatin bilindkirin û beşdarbûyan gotin “Ji bo me ti ferqa Mehabad, Qamişlo,  Amed û Kerkûkê nîne”.

 

Nûçeyên têkildar