26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Polîsên Hewlêrê alîkarî li ser malbatên Pêşmergeyan belav kir

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info-Rêvebirê ragihandina Polîsên Hewlêrê ragihand ku îro polîsên Hewlêrê komek kelupel û pêdiviyên nav malan li ser malbatên Pêşmergeyên ku li şerin, belav kirin.

Karwan Xoşnaw, rêveberê ragihandina polîsên parêzgeha Hewlêrê ji KDP.info re ragihand: “Îro polîsên Hewlêrê û ofîsa bakûr, rabûn bi belavkirina komek ji kelupel û pêdviyên xwarnê û nav malan, Ii ser malbatên ku wan pêşmergeyên ku li şerin û parastina xaka Kurdistanê dikin.”

Xoşnaw got jî: “Hinek ji wan malbatên Pêşmergean rewşa wan ya darayî gelekî xerabe û pêwîste hemû aliyek alîkariya wan bikin, ji ber ku bi dilsozî û fîdakariya wan niha em bi aramî dijîn, lewa li ser milên me hemûyane ku em barên wan malbatan sivik bikin.”

Rêvebirê ragihandina Polîsên Hewlêrê diyar kir ku “di bernameya hêzên polîs de ye ku li ser belavkirina alîkarî û pêdivian berdewam bin.”

Nûçeyên têkildar