25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Hemdaniye.. 40 çekdarên DAIŞ hatin kuştin

Çavkanî: KDP.info

Mûsil-KDP.info-Endamekî ji komîteya asayiş û bergiriyê li encûmena parêzgeha Mûsilê ragihand ku li qezaya Hemedaniye ya Mûsilê di encama şer di navbera hêzên pêşmerge û çekdarên DAIŞê de, pêşmergeyek Şehîd bûye û 3 jî birîndar bûne, herwiha 40 çekdar jî hatin kuştin.

Xezwan Hamid, endamê komîteya asayiş û bergiriyê li encûmena parêzgeha Mûsilê, ji KDP.info re ragihand: Îro hêzên Pêşmerge dixwestin satirekî li gundê Tewazin ya ser bi navçeya Hemedaniyê veli sînorê Parêzgeha Mûsilê, lê çekdarên DAIŞê teqe li Pêşmergean kirin û şer derket û wan çekdaran çend rokêt avêtin Qereqoşê, lê hêzên Pêşmerge karî wan bişkîne û ziyanek mezin bighîne wan.

Hamid got: Di encama wî şerî de Pêşmergeyek şehîd bû û 3 jî birîndar bûn, ji aliyê DAIŞ ve 40 çekdar hatin kuştin.

Endamekî ji komîteya asayiş û bergiriyê li encûmena parêzgeha Mûsilê diyar kir ku niha bi dawî hat û hêzên Pêşmerge jî di amadebaşiyê de neji bona her egerekê.

Li gor zanyariyan ew Pêşmergeyê ku şehî bûye, bi pileya Mulazim e û navê wî Telet Goan e.

Nûçeyên têkildar