Wezareta Navxwe: Bi hemû hêza xwe em bergiriyê li navçeyên Kurdistanî dikin

Hewlêr-KDP.info-Rêveberê giştî yê Dîwana Wezareta navxwe ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand, ku ji ber wê valahiya ku li navçeyên Kurdistanî yên li dervey îdareya herêmê, çêbû, hikûmeta Kurdistanê hêzên Pêşmerge li wan deveran bi cîh kir, tişta ku bikeve ser milên me bo dabînkirina ewlekarî û asayişê ji bona hemwelatiyan em ê bikin û em bi hemû hêza xwe bergiriyê li akinciyên navçeyên Kurdistanî dikin.
Dr. Tariq Gerdî, rêvebirê giştî yê Dîwana Wezareta navxwe ya Hikûmeta Herêma Kurdistan, ji KDP.info re ragihand: Piştî çêbûna valahiyeke îdarî û ewlekarî li Şingal, Mexmûr, Kerkûk û Xaniqînê, hikûmeta Herêma Kurdistanê xwe bi xwediyê wê xak û hemwelatiyan zanî, lewra ya ku bikeve ser milên me bo dabînkirina ewlekarî û asayişê ji bona Hemwelatiyan em ê bikin û em bi hemû hêza xwe bergiriyê li akinciyên navçeyên Kurdistanî yên ku li dervey îdareya herêmê ne, dikin.
Rêveberê giştî yê Dîwana Wezareta navxwe got: Niha ew navçeyên Kurdistanî di destên hêzên Pêşmerge û asayişa navxwe de ne, ji aliyê îdarî ve hatine rêkxistin û em bi hemû hêza xwe bergiriyê li hemwelatiyên û mal û milkên wan û wan navçeyan dikin û wan deveran bi xaka Herêma Kurdistanê dizanin, biryara siyasî a Kurdistanê û Parlamento û bernameya karê hikûmeta Kurdistanê û Wezareta Navxwe her di vê çarçoveyê de ye û divê ku em bergiriyê li wan sînor û hemwelatiyan bikin û wan biparêzin.
Gerdî got jî: Ew navçeyên ku hêzên Pêşmerge lê ne, ewlekariya wan bi temamî parastîne û xelk destxweşiyê li wan û li hêzên asyişa navxwe dikin û aramî û asayiş ji wan re gerandiye.




