26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Kerkûk.. Di encama teqînekê de 16 kes bûn qurbanî

Çavkanî: KDP.info

Kerkûk-KDP.info-Berpirsê ragihandina asayişa Kerkûkê ragihand ku Îro êvarî li bajarê Kerkûkê xwekujekî li bêşiya navenda asayişê li taxa Rehîmawe xwe teqandin û di encamp de 16 kes bûn qurbanî.

Ferhad Heme Elî, berpirsê asayişa Kerkûkê ji KDP.info re ragihand: “Êvareya îro li taxa Rehîmawe ya  bajarê Kerkûkê, terorîstekî xwekûj li pêşiya navenda asayişê xwe teqand û di encamp de 4 kes şehîd ketin û 12 jî birîndar bûn.”

Ferhad Heme Elî got jî: “Du ji şehîdan karmendên me ne, dixwestin rê li pêşiya wî xwekûjî bigrin berî ku xwe biteqîne û wî girtin, lê her xwe teqand û herdû karmendên me şehîd bûn.”

Nûçeyên têkildar