26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Nêçîrvan Barzanî serdana Tirkiyê dike

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info-Nêçîrvan Barzanî, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê wê sibê pêncşemê, li ser vexwendina serokwezîrê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan, serdana Tirkiyê bike û ligel Erdogan bicive.

 

Di daxuyaniyekê de bo malpera fermî ya hikûmeta Herêma Kurdistanê de, Sefîn Dizeyî, berdevkê hikûmetê, derbarê ecîndaya serdana şanda Herêma Kurdistanê ku bi serokayetiya Nêçîrvan Barzanî pêk tê, ragihand, Pêşhatên dawî û rewşa li Iraqê û navçeyê dê mijarên gotûbêjan be, herwiha peywendiyên di navbera herêma Kurdiatnê û tirkiyê jî tê mijarekî din ya civîna navbera Nêçîrvan Barzanî û Teyib Erdogan dibe.

Nûçeyên têkildar