26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Kempînek li Dînartê hate ragihandin û bi sedan ji xelkê navê xwe tomar kirin

Çavkanî: KDP.info

Dînartê-KDP.info-Li jêr diruşmê‌bo piştevaniya Serokê Herêma Kurdiatnê û parastina Kurdistanê‌em hemû pêşmergeyne, bi sedan ji xelkê‌devera Dînarte‌bi hemû tex û çînên deverê ve li dûv bangewaziya Serok Barzanî hatin û navên xwe tomar kirin.

 

Li devera Dînartê‌kempînek hatedanan, li dor vê‌çendê‌Xiyas Xalid endamê‌lijneya serperştiya kempînê‌ji KDP.info re got: Em weku giropê‌gencên xwebexş li Dînartê‌em rabûn bi danana kempînekê‌bo piştevaniya peyama serok Barzanî û parastina kurdistanê‌û ev kempîne bo maweyê 2 rojan dê berdewam be.

 

Xiyas Xalid herwiha got: "Mebest ewe piştevaniya xelkê‌deverê‌bo peyama Serok Barzanî û pêşmergeyên  ku sînorê‌Kurdistanê‌diparêzn diyar bikin û evê‌çendê‌bi erkê‌xwe yê‌neteweyî dizanin û di vê‌kempînê‌de herzû bi hesteka bilind bi sedan ji xelkê‌deverê‌bi hemû tex û çînên deverê ve li dûv bangewaziya Serok Barzanî hatin û navên xwe tomar kirin û sipasiya hemû kes û aliyên hevkar kirin."

Nûçeyên têkildar