26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Nêçîrvan Barzanî: Herêma Kurdistanê pêşbîniya hijmareke zêdetir a hatina penaberan dike

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info-  Nêçîrvan Barzanî li gel rêvebira cîbicîkar a saziya programa cîhaniya xurak (WFP) û şandeya  pê re civiya û di wê hevdîtinê de ragihand ku ji sedema berdewamiya bûyerên Surîye û Îraqê,  herêma Kurdistanê pêşbîniya hijmareke zêdetir a hatina penaberan dike.

 

 

Li bajarê Hewlêrê, îro roja çarşembiyê 25ê hizîrana 2014ê, Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê herêma Kurdistanê pêşwazî li Êrtarîn Kozin rêvebira cîbicîkar a saziya programa cîhaniya xurak (WFP) û şandeya  pê re kir.

 

Di civînekê de, rewşa penaberên surî yên li herêma Kurdistanê û rewşa wan penaberên ji encamê pevçûnên navxweyîya Îraqê hatine herêma Kurdistanê  hat minaqeşe kirin û rêvebira WFP sipasiya hikûmeta herêma Kurdistanê kir ku, bi awayekî baş hevkarî û alîkariya penaberan kiriye, wê got ku, berdewamiya pevçûnan û zêdebûna hijmara penaberan cîyê dilgiraniyê ye û tekîd li ser pêwîstiya hevkarî û hevhangiya di navbera hemû aliyên peywendîdarên navdewletî bo alîkarîkirina penaberan kir.

 

Serokwezîrê herêma Kurdistanê tekîd li ser wê yekê kir ku, hikûmeta herêma Kurdistanê li gor îmkanên xwe di hemû waran de alîkariyan pêşkeşî penaberan dike, lê belê berprisiyariya serekeî a vê pirsê dikeve ser hikûmeta Îraqê û civaka navdewletî, ji ber hindê divê ew jî bi wezîfeya xwe rabin û bi cidî kar ji bo xizmetkirina penaberan bikin. Barzanî dilgiraniya xwe li hember wê yekê diya rkir ku, ji sedema berdewamiya bûyerên Surîye û Îraqê, herêma Kurdistanê pêşbîniya hijmareke zêdetir a hatina penaberan dike.

 

Serokwezîrê herêma Kurdistanê daxwaz kir ku, hikûmeta Îraqê mekanîzmekê ji bo meaşê wan penaberan ku, karmendên hikûmeta Îraqê ne û ji encamê şer û pevçûnên ji parêzgeha Enbar û vê dawiyê jî ji parêzgeha Mûsil û deverên din yên Îraqê koçberî herêma Kurdistanê bûne bibîne, herwesa sîstema dabeşkirina xuraka mehane bi awayekî bê rêxistin ku, ew penaber bikaribin li nav kampên xwe weke her hevwalatiyekî din yên Îraqê beşê xwe ji xuraka mehane bi awayekî organîzekirî werbigirin.

Nûçeyên têkildar