Rebîhe.. Pêşmergeyek şehîd ket û 4 jî birîndar bûn

Şingal-KDP.info-Fermandeyê femanda Sipîlik ragihand ku Îro çarşemê 25/6/2014 di encama teqînekê de 5 pêşmerge bûne qurbanî.
Lîwa Ebdulrehman Kewrînîm Fermandeyê fermandeya Sipîlikê li devera Şingalê ji KDP.info re ragihand ku vê sibehê bombeyekî çandinî bi hêzên Pêşmerge de teqiya û di encam de pêşmergeyek şehîd ket û 4 jî birîndar bûn.
Lîwa Ebdulrehman got jî: Ew teqîn li ser rêya navbera Sinûn-Rebîhe rûda.




