26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Rojnamevan û siyasetmedarên Rojava: Rêkeftina PDKê û PYDê bo pêşerojê girîng û pêwîstiyeke

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info-Rojnavevan û siyasetmedarên Rojavayê Kurdistanê dibêjin ew rêkeftina ku di nanvbera Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDKê) û Xweseriya Demokrat a Partiya Yekîtiya Demokatîk (PYDê) de, pêkhat, gavekî girînge û pêwîstiyeke.

Roja dûşemê, hevdîtinek di navbera şandeke Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) û şandeke kantonên PYDê de pêk hat û di wê civînê de herdû alî li ser 4 xalan li hevkirin û Rojnavevan û siyasetmedarên Rojavayê Kurdistanê dibêjin ew rêkeftina ku di nanvbera (PDKê) û (PYDê) de, hat encamdan, gavekî girînge û pêwîstiyeke.

Endamê serkirdayetiya Partiya Çep a Kurdî li Sûriyê, Fethulla Husênî ji KDP.info re diyar kir ku ew rêkeftina di navbera xweseriya PYDê û Partiya Demokrat a Kurdistanê de hat pêkanîn hêviyekê dide ji bo geran li dû mîkanîzmekê hevbeş, ku ji bo pexşîna sûd û mifayekê ji gelê Kurd re pêwîstiyeke.

Husênî got: Ev rewşa niha ne bes ji PYDê tê xwestin, lê belê divê hemû aliyên siyasî li Rojavayê Kurdistanê derbarê pirojeya Kurdî bibin yek û tu kesî nedin alî, ji ber ku miletê me nema kare alozî û tevliheviyan bibîne.

Ji aliyê xwe ve Dr. Ridwan Badînî, akadîmî û mamosteyê zanîngehê, ew rêkeftina di navbera PDKê û xweserya demokratîk bi gavegî girîng û dilxweşker dizane û dibêje: Ew rêkeftina ji nişkêve û piştî kongireya HDPê li Tirkiyê, di nêrîna piraniya partiyên Kurdistanî û rêxistinên siyasî û momeleyên sivîl cihê dilxweşiyê ye û gelekî baş bû.

Badînî herwiha got: Pêwîstiya rewşa niha bi gavekê nû hebû, ku di berjewendiya miletê me de ye.

Ew mamosteyê zanîngehî tekez kir ku ew xalên ku herdû alî li ser wan rêkeftine gelekî girîngin eger wek xwe bên bicîhanîn û li nêzîê de bibin bingeh ji bona karên hevbeş di pêşerojê de.

Ridwan Badînî di wê baweriyê de ye ku ev rêkeftin dê encamên wê yên baş bo me hemûyan hebe û bi tayebetî li Rojavayê Kurdistanê ku dê bibe vejînek ji bo avêtina gavan bi rexê bidestxistina destkeftên dêdetir.

 

Nûçeyên têkildar