Berpirsê liqa PDKê li Celewla: Pêşmergeyek şehîd bû û 2 jî birîndar bûn

Celewla-KDP.info- Berpirsê liqa 15 ya Partiya Demokrat a Kurdistanê li Xaniqînê ragihand ku îro perî nîvro li nêzîk navçeya PDKê fermandeyekî din ji hêza pêşmerge bi qenaseya çekdarên DAIŞê şehîd bû û 2 pêşmergeyên din jî birîndar bûn.
Şêx Cefer Şêx Mistefa, berpirsê liqa 15 ya Partiya Demokrat a Kurdistanê ji KDP.info re ragihand ku “îro perî nînro li nêzîk navenda PDKê, çekdarên DAIŞê bi qenasê fermandeyekî pêşmerge şehîd kirin û 2 pêşmergeyên din jî birîndar kirin.”
Şêx Cefer got jî: “Piştî şehîdbûna wî fermandeyî, hêzên Pêşmerge bi dû wan çekdarên DAIŞê ketine û niha dora wan pêşmergeyan hatiye girtin û hêzek din ji wan re hatiye şandin.”




