Kerry: Min li Hewlêrê dît ku hîn jî şansê avakirina hikûmetek nû heye
__2014_06_24_h19m39s33__BA.jpg)
Hewlêr-KDP.info-Wezîrê Derve yê Amerîka John Kerry, li ser serdana xwe ya Herêma Kurdistanê got, min hinek tişt ji rayaderên kurd bihîst ku mirov hêvîdar dike û nîşan dide ku hîn jî derfeta avakirina hikûmetek nû li Bexdayê maye.
John Kerry, ku îro li paytexta Herêma Kurdistanê, Hewlêrê, bi Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û hinek rayedarên din ên Herêma Kurdistanê re hevdîtin pêk anî, li ser naveroka hevdîtina xwe bi rayedarên kurd re ji televîzyona CNN re axivî.
Kerry, diyar kir ku wî li Hewlêrê tiştên wisa bihîştiye ku nîşan didin hîn jî şansê avakirina hikûmetek nû li Iraqê heye.
Wezîrê Derve yê Amerîka, di hevpeyîna xwe ya digel CNNê de ku hîn nehatiye pexşkirin, li ser avakirina hikûmeteke aktîf li Bexdayê têkez kir û got, divê hikûmetek jêhatî û yekgirtî were avakirin da ku xeletiyên salên borî neyên dubarekirin çimkî eger em jibilî vê yekê tiştekî din bikin emê rastî astengiyan werin.
John Kerry, her wiha ew îdiayên ku dibêjin “Amerîka di wê baweriyê de ye kirîza Iraqê bi rêbazên leşkerî tê çareserkirin” red kir û got, kirîz bi çend operasyonên serbazî nayê çareserkirin ji ber ku arîşe tenê bi rêbazên leşkerî nayên çareserkirin.




