Biden û Erdogan daxwaza pêkanîna hikûmeteke tewafiqî li Iraqê kirin

Enqere-KDP.info-Cîgirê serokê Amerîka Joe Biden û serokwezîrê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan derbarê metirstiya pêşketinên çekdarên DAÎŞê li Iraqê li hev kirin daxwaza pêkanîna hikûmeteke tewafiqî li Iraqê kirin.
Biden û Erdogan di rêya peywendiyekî telîfonî de de derbarê rewşa Iraq û Sûriyê de gotûbêjkirin û herdû aliyanan daxwaza pêkanîna hikûmeteke tewafiqî li Iraqê kirin.
Koşka Spî daxuyaniyek derbarê wê hevdîtinê de belav kir û tê de ragihand ku Biden û Erdogan pêşketina DAÎŞ metirsiyekê dibînin û her du aliyan li ser vê mijarê li hev kir.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku Biden bangewazî kir da ku DAÎŞ dîplomatên Tirkiyê digel sivîlên ku girtine, berde”.
Biden herwiha got ku “Amerîka piştgiriyê dide ji bo ku di şerê li dijî DAÎŞê de hevkariya gelê Iraqê bê kirin”.




