Koşka Sipî: Em parçebûna Iraqê dûr nabînin

Ajans-KDP.info-Koşka Sipî, radighîne ku ew parçebûna Iraqê bo sê herêman Şîe û Sune û Kurd bi dûr nabînin û dibêje dîtina rêçareyekê bo kêşeyên navxwe divê ji aliyên Iraqî bi xwe be.
Di kongireyekî rojnamevanî de berdevkê Koşka Sipî Coş Îrnest behsa egera parçebûna Iraqê bo sê herêmên “Şî`e, Sune û Kurd” kir û bi dîtina wî eve karekî dûr nîne ku kar li ser bê kirinê.
Îrnest ragihad: “Ez ne di wê postê deme ku proje bo çaksazî li nexşeya siyasî ya Iraqê danim. Jiber ku rêxistina nexşeya siyasî a wî welatî erkê serkirdeyên wî welatî ye.”
Li barê manşêta kovara (TIME) de ku behsa parçebûna Iraqê kiribû, Îrnest got: “Hizra parçebûna Iraqê nû nîne lê belê dîtina rêçareyekê bo kêşeyên navxwe divê ji aliyê Êraqiyan bi xwe be.”




