Serok Barzanî bo CNN: Êdî dema wê hatiye kurd çarenivîsa xwe diyar bike

Hewlêr-KDP.info-Di yekemîn hevpeyvîna xwe de piştî bûyerên Mûsilê û şerê navbera artêşa Iraqê û çekdarên DAIŞê de ligel kenala CNN ncam da, Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, dibêje êdî dema wê hatiye kurd çarenivîsa xwe di nav Iraqê de diyar bike û ji bona vê yekê jî em ê vegerin biryara gel.
Serok Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, beşdarî bernameya bi navê “Amanpour” a televîzyona CNN a Amerîkî bû ku îşev saet 9an bi dema Hewlêrê hat pêşkêşkirin, diyar kir ku di 10 salên derbasbûyî de wan hewl û xwebat kirine bo avakirina Iraqeke nû û dîmokrat, lê mixabin ev yek serkeftî nebû “Tiştên ku li Iraqê çêbûn ti xeletiyeke me tê de nebû. Iraq niha perçe bûye û eger em li paşeroja xwe piştrast nebin em tevlî ti şerekî nabin.”
Serokê Herêma Kurdistanê, li ser vê yekê ku gelo kurd dê çawa qedera xwe diyar bike, got, êdî dema wê hatiye ku kurd biryara xwe ya dawî bide û eger dewleta kurdî jî were ragihandin 90%ê gelê kurd dê deng bide vê yekê.
Serok Barzanî, li ser rewşa Iraqê axivî û ragihand, wî li ser êrişên rêxistina îslamî ya bi navê DAIŞê Serokwezîrê Iraqê Nûrî Malikî agahdar kiribû lê Malikî guhdarî wî nekir.
Li ser rewşa bajarê Kerkûê jî Barzanî got, Kerkûkê di dîrokê de wek bajarekî Kurdistanî tê nasîn û niha ketiye bin kontrola kurdan û diyar kir, ew amadene hurmeta encamên her referandomekê li ser qedera Kerkûkê bigirin, heta eger ew encam ne li gorî dilê kurdan jî be.
Mesûd Barzanî anî ziman ku erkê me ye ku navçeyên Kurdistanî yên dervey îdareya Herêma Kurdistanê biparêzin û ji her êrîşekê wan biparêzin, lê karê me bi navçeyên din nîne.
Serok Barzanî got jî: Tiştê niha li Iraqê diqewime ne şaşiya me ye û jibilî parastina xaka Kurdistanê, em naçin şerekî eger ji pûşeroja xwe piştrast nebin.
Serokê Herêma Kurdistanê ragihand Berpirsê ev rewşa niha, desthelata Iraqê ku Malikî ye, û divê ew dest ji karê xwe berde.




