Serok Barzanî: Eger kirîza Iraqê çareser nebe emê vegerin raya gelê kurd
__2014_06_23_h22m18s7__BA.jpg)
Hewlêr-KDP.info-Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, di pêwendiyeke telefonî de digel Wezîra Derve ya Îtaliyayê Fêdrîka Mogêrînî diyar kir, êdî hêzên Iraqî li wan deveran nemane û sînorê Herêma Kurdistanê bi Iraqê re nemaye û tenê bi welatên cîran re maye.
Îro dûşemê 23-6-2014 Mesûd Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê bi Wezîra Derve ya Îtaliyayê Fêdrîka Mogêrînî re bi telefonê li ser rewşa Iraqê axivî.
Di wê peywendiyê de, Mogêrînî dilgiraniya xwe li hember kirîza Iraqê anî ziman û diyar kir, ew hêvîdar e kirîza Iraqê di demek kurt de were çareserkirin.
Mogêrînî Wezîra Derve ya Îtaliyayê her wiha li ser rewşa Iraqê, pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê û karnameya parlamentoya wî welatî ji Barzanî agahî xwest û Barzanî jî bi giştî behsa rewşa Iraqê û bûyerên vê dawiyê yên wî welatî kir û got, Iraqa beriya girtina Mûsilê ji aliyê DAIŞê ve bi Iraqa piştî girtina Mûsilê re ferq dike.
Ji aliyê xwe ve, Serok Barzanî, ragihand ku beriya niha li deverên hevbeş ên Herêma Kurdistanê û Iraqê de hêzên hevbeş hebûn lê niha êdî hêzên Iraqî li wan deveran nemane û sînorê Herêma Kurdistanê bi Iraqê re nemaye û tenê bi welatên cîran re maye û beşek ji wan deveran jî ketine bin kontrola komên terorîst û ev jî gef e li ser hemû gelên Iraqê.
Serokê Herêma Kurdistanê di berdewamiya axaftina xwe ya digel Wezîra Derve ya Îtaliyayê de ragihand, piştî ku rêjîma Beis a Iraqê hilweşiya kurd beşek ji pêvajoya siyasî ya Iraqê bû û piştgiriya vê pêvajoyê dikir lê ji ber siyaseta xelet a Bexdayê û nakokiyên mezhebî, rewşa Iraqê gihîşt rewşa îro.
Mesûd Barzanî, destnîşan kir ku eger kirîza niha ya Iraqê neyê çareserkirin rêveberiya siyasî ya Kurdistanê dê bala xwe bide raya gelê kurd.
Di dawiya vê hevpeyvînê de, Wezîra Derve ya Îtaliyayê Fêdrîka Mogêrnî got ku dê ji ber guhertinên bilez ên Iraqê berdewam di pêwendiyê de bin bi Herêma Kurdistanê re û hêviya pêşketin û serkeftinê ji gelê Kurdistanê re xwest.




