PDKê û PYDê li ser 4 mijaran li hevkirin

Enqere-KDP.info- Îro dûşemê, Şanda Partiya Demokrat a Kurdistanê (KDPê) û şandeke PYDê li Tirkiyê li hev civiyan û li ser 4 li hev kirin.
Li Tirkiyê, hevdîtinek di navbera şandeke Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) û şandeke PYDê de pêk hat û di wê civînê de ew kêşeyên ku girêdayî sînorin û çareserkirina pirsên siyasî li Rojavayê Kurdistanê, hatin gotûbêj kirin.
Di hevdîtinê de ji aliyê PDKê ve, Kemal Kerkûkî, berbirsê mekteba peywendiyên PDKê û Endamê Polîtburoya PDKê, Ceifer Êminkî Endamê Polîtburoya PDKê û Omer Mîranî Berpirsê Pêywendiyên PDKê li Tirkiyê û ji aliyê Encumena Gel a Rojavayê Kurdistanê (EGRK) û PYD ve, Ebdûlselam Ehmed Hevserokê EGRKê, û Mihemed Mûsa Sekreterê Partiya Çep a Kurdî li Sûriyê, Çinar Salih û berpirsiyara PYDê Beşîre Derwêş, di wê civînê de beşdar bûn.
Di civînê de herdû alî li ser 4 xalan li hevkirin, ku evin:
Yekemîn: Rawestana propagendiya mîdyayî li dijî hev.
Duyemîn: Çareserkirina kêşeyên ser sînorê navbera Herêma Kurdistanê û rojavayê Kurdistanê.
Sêyemîn: Peydakirina rewşekê li Rojavayê Kurdistanê ku hemû partiyên siyasî bikaribin kar û çalakiyên siyasî bi azadî encamp bidin.
Çaremîn: Berdewambûna peywendiyan di vavbera PDKê û PYDê û encamdana civînin zêdetir.
Ceifer Êminkî Endamê Polîtburoya PDKê ji KTV re ragihand ku ew bi wê civînê dilxweşe û di wê baweriyê de ye ku herdû alî dê bigên encamên baş.
Herdu şanid doh yekşemê li ser vexwendina HDPê ji bona beşdarîkirina di kongira wan de, serdana Tirkiyê kir.




