Şer ligel DAIŞê berdewame.. Tê çaverê kirin ku îşev bi awayekî fireh êrîşî me bikin

Hewlêr-KDP.info-Îro ji serêsibehê ve û çend caran çekdarên DAIŞê li navçeya Sinûn-Rebîhe êrîşî hêzên pêşmerge kirine lê peşmergeyan ew şikenandine, ji seat 5ê êvarê ve jî DAIŞ dîsa û li sînorê Sinûn-Sûriyê êrîşî kirine û heta amadekirina vê nûçeyê şer di navbera wan de berdewame.
Muqedem Îbrahîm Şenban Herenî, endamê hêza 4 ya fermandeyê Sipîlkê ji KDP.info re ragihand ku “ew cihê ku niha di navbera hêzên Pêşmerge û çekdarên DAIŞê şer heye, tenê yek kîlomitir ji sînorê Sûriyê dûre, û ev cara sêyemîne ku îro dûşemê şer derdikeve.”
Herenî ku ji ber dengên topan dengê me ne dikir, got: “Bi giranî me topbaran dikin, lê cihê dilxweşiyê ye ku vê care ti pêşmerge ziyan nedîtine.”
Ew fermandeyê ser bi fermandeya Sipîlkê de ye, di wê baweriyê de ye ku çekdarên DAIŞê dê bi awayekî berfireh êrîşî wan bikin, û bi bawerî û piştrastî diyer kir ku bi moralekî dê bersiva wan bidin.
Derbarê ziyanên şer û pevçûnên di navbera Çekdarên DAIŞê û hêzên Pêşmerge de derketine, ew fermandeyê han got: “Îro bombeyeke ku berê hatibû danîn bi karwanê Fermandariya Helgurd a Hêzên Pêşmerge de li navçeya Rebîe teqiya û di encam de Pêşmergeyek şehîd bû û 7ê din jî birîndar bûn. Herwiha Îro piştî nîvro jî bombeyeke din bi otombêleke hêzên me de teqiya û 3 Pêşmerge şehîd bûne û 3ê jî birîndar bûne.”




