26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Pereyên petrola Kurdistanê gihiştin Halk-Bank

Çavkanî: KDP.info

Enqere-KDP.info-Wezîrê Enerjiyê yê Tirkiyê, ragihand ku pereyên yekem keştiya petrola Herêma Kurdistanê gihan Tirkiyê û niha li banka Halk-Bank in.

 

Taner Yildiz, Wezîrê Enerjiyê yê Tirkiyê ragihand ku pereyên yekem keştiya petrola Herêma Kurdistanê 97 milyon dolar in, niha ji wan 93 milyon dolar li Halk-Bank ya Tirkî ne.

 

Piştî ku ev pereyên han bighin Halk-Bank dê ji wê de bo Banka Navednî ya Herêma Kurdistanê bên veguhsetin.

 

Yeldiz diyar kir ku heta niha 3 keştiyên petrol Herêma Kurdistanê li bazarên cîhanê hatine firotin û doh bi şev jî bi barkirina çaremîn keştiya petrolê hatiye kirin.

 

Roja 22ê meha borî hikûmta Herêma Kurdistanê bi fermî ragihand ku wê dest bi firotina petrola xwe kiriy, a ku li bendera Cîhan a Tirkî embarkirîbû.

Nûçeyên têkildar