26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Benzîn ji Tirkiyê gihişt Kurdistanê û dê bi qîmeta hikûmî bê birotin

Çavkanî: KDP.info

Dihok-KDP.info- Serokê Civata parêzgeha Dihokê ragihand ku doh benzîna Tirkiyê gihişt Herêma Kurdistanê û dê bi heman qîmeta benzîna hikûmî bê firotin.

 

Fehîm Ebdulla, Serokê Civata parêzgeha Dihokê ji KDP.info re ragihand ku hatina banzîna Tirkiyê bo Herêma Kurdistanê dest pê kir û doh jî hinek gihişt parêzgeha Dihokê û di bernameyê de ye ku rêjeya wê zêdetir bibe.

 

Ebdulla got jî: Ew benzîna ku hatiye, dê ji bona parêzgeha Dihokê re be, ji ber ku pêwîstiya vê parêzgehê gelekî pê heye.

 

Serokê Civata parêzgeha Dihokê herwiha got: Ew benzîna ku hatiye ji aliyê Wezareta Çavkaniyên Siruştî ve hatie dabîn kirin, eger ev alozî berdewam be, dê rêkeftinek ligel bazirganan bê kirin ji bona ku benzene bînin Herêma Kurdistanê.

 

Fehîm Ebdulla got jî ew benzîna ku hatiye dê bi heman qîmeta benzîna hikûmî bê firotin, ku dê tevlî benzîna Kurdistanê bê bikin û li ser welatiyan belav bikin.

 

Herwiha Ebdulla diyar kir ew hewil didin da ku vê aloziyê çareser bikin û dezgehên ewlekariyê jî rê nadin bazirganî bi benzenê bê kirin.

Nûçeyên têkildar