Keştiyeke din a petrola Kurdistanê bi rê ket

Hewlêr-KDP.info-Taner Yildiz, Wezîrê Enerjiyê yê Tirkiyê ragehand ku keştiya sêyem a petrola Kurdistanê birêketiye û got ku pereyên yekemîn keştiya petrola Kurdistanê gehiştine Halk Bankê.
Taner Yildiz got: “Niha çaremîn keştiya petrola Herêma Kurdistanê tê barkirin û dahata-pereyên yekemîn keştiya petrola Kurdistanê jî ku 93 milyon dolar e, ketiye ser hesabê bankê yê Herêma Kurdistanê li Halk Bankê ya Tirkiyê.”
Yidiz wiha axifî: “Tirkiye nizane bê ew aliyê petrolê dikire kî ye, lê tişta dizanin ew petrol li bazarên Derya Egeyê tê firotin.”




