Newzad Hadî bû parêzgar û Elî Reşîd bû serokê Civata Parêzgeha Hewlêrê

Hewlêr-KDP.info-Encûmena Parêzgeha Hewlêrê yekemîn civîna xwe lidarxist û tê de Newzad Hadî bû parêzgar, Elî Reşîd bû serokê encûmen.
Îro, Duşemê, Encûmena Parêzgeha Hewlêrê yekemîn civîna xwe lidarxist ku tê de postên parêzgar, serokê encûmena parêzgehê û cîgirê wî diyarkirin.
Partiya Demokar a Kurdistanê (PDK) ku piraniya kursiyên encûmenên parêzgeha Hewlêrê di dest de ne.
Li gor ku Encûmena Parêzgeha Hewlêrê ragihandî, Newzad Hadî bû parêzgar, Elî Reşîd bû serokê encûmen û Azad Îkram ser bi lîsteya Turkmanî ve wek cîgirê wî hate diyarkirin.
Hilbijartinên encûmena parêzgehên Herêma Kurdistanê, roja 30ê Nîsana borî ligel hilbijartinên Parlamentoya Iraqê birêve çûn, ku tê de lîsteya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) serkeftiya yekem bû.




