26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Bi amadebûna Kemal Kerkûkî duyemîn kongreya awarte ya HDPê hat lidarxistin

Çavkanî: KDP.info

Bakûrê Kurdistanê-KDP.info-Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), duyemîn kongreya xwe ya awarte li dar xist û di kongereyê peyamên yeketiyê û pêşvebirina doza kurdan hate dan.

Bi amadebûna şandeke ji Herêma Kurdistanê û Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDKê) doh 22.06.2014 2emîn Kongreya awarte ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li Salona Sporê ya Ahmet Taner Kişlali dest pê kir.

Gelek kes ji bo beşdariya di kongreyê de ji Kurdistan û derveyî Kurdistanê hatibûn vexwendin, ji Başûrê Kurdistanê cîgirê Serokê Parlamentoya Kurdistanê, Cafer Îbrahîm, li ser navê PDKê endamê polîtburoya wê partiyê Kemal Kerkûkî û Nûnera PDKê Amînna Zikrî, di nava vexwendiyên navneteweyî yên li kongreyê de cîh digirin.

Di 2emîn Kongreya awarte ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), her yek ji Kemal Kerkûkî, endamê serkirdayetiya Partiya Demokrat a Kurdistanê, û Cafer Îbrahîm, cîgirê Serokê Parlamentoya Kurdistanê, peyvên xwe pêşkêş kirin û pîrozbahî û serkeftin ji vê kongireyê re xwestin.

kongreya awarte ya HPDê li Salona Sporê ya Ahmet Taner Kişlali li Enqereyê û bi beşdariya bi hezaran kesan birêve çû. Gelek mêvanên dewletên bêyanî jî amade bûn û çapemeniyê jî eleqeyak gellek mezin nîşanî kongreyê da. Di kongereyê peyamên yeketiyê û pêşvebirina doza kurdan hate dan.

Duyemîn Kongreya Awarte ya HDP’ê bi axaftinan dewam dike. Hevserokê Giştî yê HDP’ê Ertûgrûl Kurkçu diyar kir ku HDP derbazî qonaxeke nû dibe û bibîr xist ku HDP beriya 4 salan ji aliyê komeke çend kesî ve hatiye avakirin.

Kurkçu destnîşan kir ku pêşeroja Tirkiyeyê, HDP ye û di berdewamiya axiftina xwe de bal kişande ser pêvajoya agirbestê û got: ’Di sala dawî de zarokên kedkarên xizan êdî bi darbestan nayên. Eger bi deh hezaran Kurd li Kurdistan û Tirkiyeyê ji bo Somayê herikî kolanan ev ji ber xwe çênebû. Ev yek armanca ew mirovên biryardar ên ber bi hêviyê ve dimeşin e.’

Hevseroka HDPê Sebahat Tûncelê jî gotinek pêşkêş kir û got ku ew di serdemeke gelekî hestiyr de ne û wiha axivî: "Gelên li Tirkiyeyê aştî, edelat û azadiyê dixwazin, Ji ber van sedeman êdî em namzediya xwe ji bo birêvebirinê datînin û em ji bo birêvebirinê amade ne. Em dibêjin ku dê Tirkiye bi me, bi HDPyê veguhere."

Li salona kongreyê pankartên “Perwerdeya zimanê dayikê mafê mirovan e”, “Ji girtiyên siyasî re azadî” û gelek pankratên din hatin daliqandin.

Ev yekemîn kongreya HDPê ye piştî ku parlamenterên Partiya Aştî û Demokrasiyê bi fermî tevlî HDPê bûn.

Ji aliyê Hoşmîn Iniz ve

 

Nûçeyên têkildar