26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Bexda.. Girûpek ser bi Malikî ve êrîşî Kurdan dike û hejmarek ji wan revanidine

Çavkanî: KDP.info

Bexda_KDP.info-Girûpa bi navê “Esayib Ehil El-Heq” ku ser bi Malikî ve ye, gefan li Kurdên li Bexdayê dike û hejmarek ji wan revandine. Berpirsê PDKê li Bexdayê jî dibêje: Ew  girûp zêdetir armanca wan PDKê ye. Şêwermendê Wezareta Koç û koçberan ya Iraqê jî pêşniyar dike ku hikûmet çareseriyekê ji wan re bibîne.

 

Sebah Akreyî, berpirsê liqa 5 ya Partiya Demokrat a Kurdistanê ji KDP.info re ragihand: Gef li Kurdên li Bexda hatiye xwarin, bi taybetî endamên PDKê û îro li navçeya Zeferaniye çekdarên ser bi girûpa Esayib Ehil El-Heq êrîş birin ser 2 malbatên Kurd.

 

Akreyî got jî: Qeyis Xez Elî serokê girûpa Esayib Ehil El-Heq di daxuyaniyeke tilivizyonî de behsa wê yekê dike ku, wan xwe amadekiriye û ew ne dijminê Sûneyan in, lê belê ew dijminê pêkhateyekî dine, ku mebesta wî jî Kurdin.

 

Sebah Akreyî derbarê wan gef û êrîşan ku li ser wan hatine kirin, got:  Me serkirdayetiya xwe ji van êrîşan agahdar kiriye, ku girûpa Esayib Ehil El-Heq zêdetir mebesta wan Partiya Demokrat a Kurdistanê ye, ew girûp ser bi Nûrî Malikî ve ne û bi otombîlên hikûmî dicing û tên.

 

Ji aliyê xwe ve, şêwermendê Wezareta koç û Koçberan ya Hikûmeta Iraqê, Adil Nûrî, ji KDP.info re got: Piştî têkçûna rewşa Iraqê, bi taybetî navçeyên Sûniyan, rêyên navbera Bexda-Kerkûk û Bexda-Celewla hatin girtin, komek girûpên çekdar ku ser bi Şieyan ve ne, dest bi êrîşên ser Kurdan kirin û hejmarek ji wana revandine, cihê dilxweşiyê ye me karî 5 ji wana bi peran rizgar bike, lê mixabin 4 jî şehîd ketin û niha jî çend kes jî çarenivîsa wan nediyare.

 

Adil Nûrî got: Me bangewaziyek belav kiriye ku Kurd bi wan rêyên han neyên Bexdayê, ew ê ku bi van karan radibe Qeys Xez Elî ye, ku serokê girûpa Esayib Ehil El-Heq e, û bi eşkere gefan li Kurdên li Bexdayê û Babil û Kut dike.

 

Nûrî herwiha diyar kir: Heta niha me kariye nêzîkî 500 hezar Kurd vegerînin Herêma Kurdistanê, hîn jî bi deh hezaran li Bexdayê mane û nikarin vegerin û ew girûpên çekdarî jî wan têşîne û sivkatiyê bi wana dikin, ji ber vê jî xwe di male xwe de veşartine.

 

Şêwermendê Wezareta koç û Koçberan ya Hikûmeta Iraqê, got: Ez rêya malpera we de, pêşniyarekê dişînin ji hikûmeta Herêma Kurdistanê re, da ku çareseriyekê ji wan Kurdan re bibîne û hewl bidin bo vekirina rêya Xaniqîn-Kut, ji bona ku ew Kurd vegerin Kurdistanê.

 

Adil Nûrî got jî: Ji bilî wan kesên ku dixwazin vegerin, gelek Kurdên akinciyê Bexdayê hene, lewra divê ligel serkirdeyên Şieyan goftûgo bê kirin ji bona ku cardin Kurd nebin armanc, û ew kes û aliyên ku bi van karan radibin bên siza dan, ji ber ku niha bi hezaran Erebên Sine û Şîye li Herêma Kurdistanê jî bi aramî dijîn.

 

Di dawiyê de, şêwermendê Wezareta koç û Koçberan ya Hikûmeta Iraqê, daxwaz ji Kurdên li Bexdayê yên ku dixwazin vegerin Herêma Kurdistanê kir ku hemû li cihekî kom bibin, da ku ew bi belafiran wan vegerînin

Nûçeyên têkildar