26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Kombûna part û alîyên sîyasîyên Kurdistanî li parlîyamentê bi dawî hat

Çavkanî: KDP.info

Kombûna part û alîyên sîyasîyên Kurdistanê li parlîyamenta Kurdistanê bi dawî hat û biryar hat dan, ku komîtyek bihê pêkanîn bo amadekirina piroseseka qanûnî û damezrandina desteyekê bo danûstandinê digel hukûmeta Iraqê bike.

Wek aşkereye ku li avahîya parlîyamenta Kurdistanê li bajêrê Hewlêrê paytexta herêma Kurdistanê kombûneka encumena bilinda danûstandinê navbera herêma Kurdistanê û Baxdadê hat sazkirin ku pêştir serokê hukûmeta herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî daxwaza pêkhatine evê encumenê kir.

Ev kombûna han jî bi amadebûna serokê hukûmetê Nêçîrvan Barzanî û D. Roj Nûrî Sawîş cihgirê serokê wezîrên Iraqê û Arif Tayfor cihgirê serokê parlîyamenta Iraqê û part û alîyên Sîyasî firaksîyonên nav parlîyamenta Kurdistanê û herweha firaksîyona Hevpeymanîya Kurdistanê li parlîyamenta Iraqê hat sazkirin, da ku encumena bilind a danûstandinê ya navbera herêmê û Baxdadê bihê sazkirin, di heman demê de di evê kombûnê de pêkhata evê encumenê ji alîyên çawanyetî û mîkanîzma karkirinê hate gufûgokirin.

Li dawîya kombûnê, Nêçîrvan Barzanî serokê hukûmeta herêma Kurdistanê ji rojnamenivîsan re ragihand, ku di evê kombûnê de hemû alî li ser pêkhatina encumenekê ji bo danûstandinê digel Baxdadê rêkeftin, ji ber evê çendê jî biryar hat dan ku komîteyek were pêkanîn da ku vexwendina evê babetê bike, ku pêdivî bi qanûnekê bê rêkxistin.

Herweha got, ji bilî evê çendê jî pêkanîna wek evê encumenê, bernameya kabîna heftem bû, belê berî pêkhatina evê kabînê û dema seredana me bo alîyên Sîyasî me bi alîyên opozisîyonê re behsa evê kirîye û hemû alîyek jî digel evê pêkhatinê bûn, ji ber vê çendê jî ev fikra han ne tenê ya alîyekîye, lê belê ya hemûyane.

Serokê hukûmetê weha jî got, ku me pêdivî bi wek evê dezgehê heye, wek damezrandineka niştimanî, ji ber ku hebûna dezgehekî ji bo guftûgokirinê digel Baxdadê weha dike, ku hemû ew alîyên rexne li guftûgoyên pêştir dikirin yên digel Baxdadê ti gilîya wan nemîne.

Nûçeyên têkildar