Îran bi tundî li dijî destêwerdana Amerîka li Iraqê ye
__2014_06_22_h20m36s16__BA.jpg)
Ajans-KDP.info- Rêberê Komara Îslamî ya Îranê Elî Xamineyî ragihand ku Îran bi tundî li dijî her destêwrdaneke Amerîka li Iraqê ye û diyar kir ku iraqî bi xwe dikarin agirê fitneyê vemirînin.
Elî Xamineyî îro di hevdîtina xwe ya ligel serokê desthilata dadweriyê ya Îranê de got ku “di serî de îdareya Amerîka, hêzên mezin li pey gurrkirina fitneya tayifî û şerê li Iraqê ne”.
Bi gotina Xamineyî, Amerîka ji hilbijartinên vê dawiyê li Iraqê û rêjeya beşdariya xelkê “dilgiarn e” û dixwaze “Iraqê bike bin baskê xwe da ku fermanên wê bi cî bike”.
Li for ajansên nûçeyan, rêberê Îranê daxuyaniyên berpirsên Iraqê ku dibêjin tiştê li Iraqê diqewime şerekî etnîkî ye”, rexne kir û got ku “bûyerên li Iraqê peydabûne ne şerekî navbera Şîa û Sune ye”.




