26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Serokê hukûmetê li hember Zulma zorîya li hember jinên Kurdistanê dilgirane

Çavkanî: KDP.info

Duhî duşemê piştî nîvrojê (06.08.012) li bajarê Hewlêrê paytexta herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî serokê hukûmet herêma Kurdistanê serdana encumena bilinda xanmên Kurdistanê kir û digel serok û endamên encumen kombûnek saz kir, di kombûnê de, serokê hukûmet Kurdistanê dilgiraniya xwe li hember wê ”zilma” giran a bi navê adet û nerîtên civakiyên şaş û bi navê ”şerefparêziyê” li jinan li herêma Kurdistanê tê kirin diyar kir û tekîd li ser îradeya siyasiya hukûmetê kir ku, ji bona baştirkirin û çakitirkirina rewşa jinan li Kurdistanê bixebite.

Barzanî got ku, eger heta niha bi awayekî dîrekt xebatên hukûmetê yên ji bona baştirkirina rewşa jinan nehatibine ragehandin, ev yek jiber hindê bûye ku, piştî destbikarkirina kabîneya heftem a hukûmet Kurdsistan di rêya rapirsî, şopandin û vekolînên meydanî, hukûmetê xwestiye bi awayekî hûr rastiya rewşa jinan vekolîn bike û li ber ronahiya wan rapirsî, şopandin û vekolînan siyaset û pilaneke rast bo baştirkirina rewşa jinan li herêma Kurdistanê darêje.

Di kombûnê de, seroka encumena bilind a xanimên Kurdistanê Pexşan Zengene behsa çend kêmasiyên encumen yên di warê yasayî û îdarî de kir û got ku, konseya wan pêwîstî bi îradeyeke siyasî û biryarên civata wezîrên Kurdistanê heye daku, bikarin baştir kar bikin û stratejiya xwe piraktîze bikin.

Nêçîrvan Barzanî bi baldariyek mezin ve guhdarîya serok û endamên encumena bilind a xanimên Kurdistanê girt û got ku hukûmet herêma Kurdistanê dê di demek nêzîk de stratejîya hukûmetê a di warê jinan de ji raya giştî re îlan bike. Serokwezîr got ku, her ji bo heman armancê ew dê digel aliyên peywendîdar û rêxistinên medenî bicive.

Barzanî got jî ku, hukûmet herêma Kurdistanî amadeya piştgirya kar û xebatên konseya xaniman bike û hukûmet ji bona amadakirina yasayek taybet bo konseya xaniman kar dike.

Biryare roja çarşemiyê 08.08.2012ê serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî digel komîteyek taybet a pirsên jinan li avahiya civata wezîran bicive û rewşa jinan li herêma Kurdistanê binirxînin.


 

Nûçeyên têkildar