26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Hemwelatiyên Dihokê xwebexiş navê xwe ji bo piştgîriya pêşmergeyan tomar dikin

Çavkanî: KDP.info

Dihok-KDP.info- Piştî peyama Serok Barzanî ku daxwaz ji pêşmergeyên xaninşîn kir peywendî bi bi hêzên Pêşmerge re bikin û piştevaniya wan bikin, Hemwelatiyên Dihokê amadebûna xwe ji bona xwebexişkirina piştevaniyê li hêzên Pêşmerge bikin û ji bo vê yekê jî nave xwe tomar dikin.

 

Di vê bare de, Serdar Doskî, berpirsê peymangeha Gel û Siyasetê ji KDP.info re ragihand: “Piştî peyama Serok Barzanî derbarê banga wî bo hêzên pêşmerge, em bi erkê xwe dizanin ku bi hemû awayekî piştevaniya hêzên Pêşmerge bin û bergiriyê li xak û welatê xwe bikin, xelkê Kurdistanê hemû di bin ferman û serkirdayetiya Serok Barzanî de ye, û amadene ligel Pêşmergeyên qehreman parastina xaka kurdistanê bikin.”

 

Herwiha Mehmûd Nihêlî, endamê kempîna tomarkirina welatiyên xwebexiş ji bona piştgîriya hêzên pêşmerge li sînorê qezaya Amîdiyê, ji KDP.info re got: “Endamên hijmarek ji senterên rewşenbîrî û rêxrawên komeleyên sivîl li devera Amîdiyê, xwebexiş nave xwe tomar dikin bo digel birayên pêşmergeyan de rûbirûbûna her êrîşekê bibin, û ji bo wê mebestê li devera Amîdiyê 2 hezar welayiyan nave xwe ji bona piştgîriya Pêşmergeyên Kurdistanê tomar kirin.”

Nûçeyên têkildar